New York Times: Amerîka êrîşeke sînordar dibe ser Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "New York Times" ragihand, eger rêyên dîplomatîk biser nekevin, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara êrîşên sînordar li ser navendên atomî yên Îranê daye.
Rojnameya "New York Times" a Amerîkî di nûçeyeke xwe de ku sipartiye çavkaniyên agahdar, ragihand ku Donald Trump şêwirmendên xwe agahdar kiriye ku ji bo êrîşeke sînordar li ser Îranê amade bin. Li gorî nûçeyê, di vê êrîşê de dê tenê baregeh û navendên atomî yên wî welatî werin armancgirtin.
Rojnameyê destnîşan kiriye, armanca sereke ya Amerîkayê ji van êrîşên sînordar ew e ku berpirsên Tehranê neçar bikin da ku dev ji bernameya xwe ya atomî berdin.
Ev geşedana leşkerî di demekê de ye ku biryar e roja Pêncşemê li bajarê Cenevê yê Swîsreyê, gereke nû ya danûstandinan di navbera Îran û Amerîkayê de were kirin. Çavdêrên siyasî bawer dikin ku ev agahiyên leşkerî wekî zexteke mezin li ser Tehranê têne bikaranîna, da ku di civîna Cenevê de encamek bidest bikeve.