Parêzgarê Kerkûkê: Em li gorî qanûn û rênimayên birêvebirina bajar tevdigerin
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Kerkûkê, piştî aloziyên duhî yên taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê, got: Em bersiva ti kesekî nadin û em li gorî qanûn û rênimayên birêvebirina bajar tevdigerin.
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de bersiva peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kameran da û ragihand: Em bersiva ti kesekî nadin û em li gorî qanûn û rênimayên birêvebirina bajar tevdigerin, em desthilata xwe ji bo berjewendiya welatiyan bi kar tînin.
Serê sibeha duhî (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) li taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê alozî çê bûn, piştî ku hêzeka artêşa Iraqê bi ser çend malên welatiyên Kurd de girt û ew bi zorê ji malên wan derxistin.
Piştî wê bûyerê, Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha serdana wê taxê kir û bi welatiyan û fermandarên leşkerî re civiya. Parêzgarê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand: Ev xanî milkê dewletê ne û ne yên tu kesekî ne. Ew xelkê li vê derê piştî pêvajoya azadkirinê hatine nav van xanîyan. Ev çend roj bûn ku efserên artêşê çûne nav wan xanîyan û malbatek derxistibûn.
Pirsgirêka milkdariyê li Kerkûk û deverên din ên ku nakokî li ser heye pirseka aloz û demdirêj e girêdayî siyaseta Erebîkirinê ya rejîma berê ye. Piştî pêvajoya azadkirina Iraqê di sala 2003ê de, bizav hat kirin ku rewş bi rêya madeya 140ê a destûrê bê normalkirin û mafê xelkê resen ên wê deverê bê vegerandin, lê bicihneanîna bi tevahî ya wê madeyê ew pirsgirêk bê guhertin hişt.
Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û vekişîna hêzên Pêşmergeyan, careka din zext li ser şêniyên Kurd li wan deveran zêde bûne û çend gelek caran bizav hatine kirin ku ew ji malên wan bê derxistin, xasma jî li wan taxên ku xaniyên wan pêştir milkê hikûmetê bûn.