Mesrûr Barzanî: Rêya Hewlêr - Gomespanê dê kerta geştiyarî û bazirganiyê geş bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez dike, rêya du-sayd a Hewlêr - Gomespanê dê roleke girîng di geşkirina kerta geştiyariyê de bileyîze û bandoreke rasterast li ser tevgera bazirganî û avadankirina derdora Hewlêrê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Sibatê projeya stratejîk a rêya du-sayd a Hewlêr - Gomespanê vekir û xiste xizmeta şofêr û welatiyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" derbarê vekirina vê projeyê de nivîsî: "Ez bi vekirina projeya du-sayd a Hewlêr - Gomespanê kêfxweş im. Ev rê ji bilî çareserkirina kêşeyên çûnûhatinê yên niştecihên herêmê, dê roleke girîng di vejandina kerta geştiyariyê de bileyîze."

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir, ev projeya stratejîk dê bandoreke rasterast li ser geşedana bazirganî û avadankirina gund û navçeyên derdora paytext Hewlêrê bike.