Serokê EMEPê: Di raporta komîsyonê de behsa Kurd û pirsa Kurd nehatiye kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan rexneyên tund li raporta dawî ya Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya derbarê pêvajoya aştiyê de girtin û destnîşan kir ku ev raport ti çareseriyê ji bo pirsa Kurd pêşkêş nake.
Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan îro 24ê Sibatê ji K24ê re got: "Em wek Partiya Kedê (EMEP) bi salan e ji bo çareseriya pirsa Kurd têdikoşin. Lê belê di vê raporta ku ji aliyê komîsyona meclisê ve hatî amadekirin de, bi ti awayî peyva 'Kurd' yan jî 'Pirsa Kurd' nehatiye bikaranîn. Ev pirsgirêkeke ku bi dehhezaran mirov tê de jiyana xwe ji dest dane û hezaran gund hatine valakirin, lê di raportê de behsa rastiyan nayê kirin."
Çima EMEP'ê dengê "Na" da?
Derbarê helwesta partiyên çep û sosyalîst de, Aslan aşkere kir ku wan wek EMEP, TÎP û hinek partiyên din dengê "Na" dane vê raportê. Herwiha got: "Dema me li naveroka raportê nêrî, me dît ku ti bingeheke wê yê demokratîk û hiqûqî nîn e. Tenê ji bo demborandinê ye û naxwaze bingehên sereke yên pirsgirêkê çareser bike."
"Bahçelî di desthilatê de ye, lê wek opozîsyonê diaxive"
Seyît Aslan herwiha rexne li daxuyaniyên dawî yên Devlet Bahçelî jî girtin û diyar kir, desthilata AK Partî-MHP'ê vê pêvajoyê wekî amrazekî siyasî bikar tîne. Aslan got jî: "Bahçelî îro behsa Ocalan, qeyûman û Ahmet Turk dike, lê her tiştî wekî 'veberhênaneke siyasî' dibîne. Ew wisa diaxivin ku qey ne ew in yên qeyûman tayîn dikin. Heta ku gavên pratîkî û demokratîk neyên avêtin, ev daxuyanî ji bo me ne cihê baweriyê ne."
Serokê EMEP'ê tekez kir, ew daxwaza aştiyeke rastîn û demokratîk dikin, lê ev raporta niha ya parlamentoyê ji wê armancê gelekî dûr e û nîşan dide ku dewlet hîn jî naxwaze nasname û mafên Kurdan bi fermî nas bike.