Mezlûm Ebdî: Ger peymana me bi Şamê re têk biçe, em dê heta dawiyê şer bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî ragihandina daxistina yek ji mezintirîn kampên çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser paşeroja Kurdan li Sûriyeyê, gefên DAIŞê û îhtîmala vekişîna hêzên Amerîkayê axivî.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çavpêkeftinekê de ji tora PBSê ya nûçeyan a Amerîkayî re bal kişand ser wê peymanê ya ku di dawiya meha Çileyê de di navbera Kurdan û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de hatiye îmzekirin.
Li gorî wê peymanê, Kurd dê xalên sînorî bidin destê hikûmeta Şamê û çar lîwayên leşkerî yên Kurdan jî dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Li beranberî wê yekê jî, mafên sivîl û perwerdehiyê ji bo deverên Kurdî tên misogerkirin.
Mezlûm Ebdî amaje jî da: Ev peyman di vê rewşa niha de bijardeya herî baş bû. Em nabêjin ku ew ji bo Kurdan çêtirîn bû, lê ji bo berqerarkirina agirbestê, tenahiyê û çareserkirina pirsgirêkên me bi rêya diyalogê, em neçar bûn ku wê bipejirînin.
Navbirî di derheqa daxwazên Kurdan de jî ron kir ku, ew otonomiyê dixwazin, lê ji ber rewşa niha, hikûmeta Şamê tenê bi birêveberiyeke xwecihî razî ye ku Kurd bikarin tê de deverên xwe bi rê ve bibin û nasnameya xwe biparêzin. Haydarî jî da û got: Ger ew peyman têk biçe, em naxwazin ku ev biqewime, lê em dê heta dawiyê şer bikin û mistehîl e ku em dev ji deverên Kurdî berdin.
Fermandarê Giştî yê HSDê di derheqa gefên rêkxistina DAIŞê de jî got: Ew rêxistin hîn jî pir bihêz e û hêdî hêdî ketiye nav bajarên mezin ên Sûriyeyê û her dema ku bixwaze dikare êrîş bike.
Ev jî di demekê de ye ku Amerîkayê di destpêka vê mehê de pênc hezar û 704 girtiyên DAIŞê dan destê Iraqê, ji aliyekê din ve jî Kampa Holê ku mezintirîn kampa malbatên DAIŞê bû niha hatiye valakirin, berpirsên Amerîkayê ji tora PBSê ya nûçeyan re ragihand ku, piştî ku Kurdan kontrola wê kampê da destê Şamê, herî kêm 10 hezar jin û zarokên DAIŞê ji wê kampê derketine, bêyî ku çavdêriya wan bê kirin an jî cihê wan bê zanîn.
Di pareka din a wê çavpêkeftinê de behsa helwestên Amerîkayê hat kirin, piştî ku Amerîkayê du bingehên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê girtin, şareza pêşbînî dikin ku hêzên Waşintonê bi tevahî vekişin. Mezlûm Ebdî ev pêngav wekî "fikreka xirab di demeka hestyar de" wesif kir, ku dibe sedema çêbûna qebxwaziyeka mezin di şerê li dijî terorê de.
Mezlûm Ebdî herwesa rexne li helwesta Amerîkayê di dema êrîşa artêşa Sûriyeyê li ser deverên Kurdan de kir û got: Êrîşeka mezin li ser deverên me çê bû, gelek kes ji me hatin kuştin, lê helwesta Amerîkayê ewqas bihêz nebû ku wê êrîşê rawestîne. Ev yek jî bû sedema bêhêvîbûneka mezin di nav gelê me de ku hest bi terikandinê dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê di derheqa nasnameya xwe de jî got: Du nasnameyên min hene, Sûriyeyî û Kurd. Ez bi eslê xwe Kurd im û ez bi wan herduyan serbilind im. Em dixwazin Sûriye ji nû ve bê avakirin, lê em di eynî demê de dixwazin ku deverên Kurdî jî pêş bikevin û vejîn û Kurdan jî rola xwe ya sereke di nav welat de hebe.