Koçka Spî: Raportên behsa êrîşa li ser Îranê dikin nerast in

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Rojnamevaniyê yê Koçka Spî ragihand ku, her çend bijardeya yekê ya birêvebiriya Trump ji bo serederîkirina bi Tehranê re dîplomasî be jî, lê ji bo rêgirtina li ber danana bernameya wê ya atomî û parastina hevalbendên wê, bijardeya leşkerî hîn jî li ser maseyê ye; herwesa hemî gotgotkên ku behsa biryara êrîşa li ser Îranê jî dikin red kirin.

Sekreterê Rojnamevaniyê yê Koçka Spî Caroline Levitt îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de got: Operasyona Çekûçê Nîvşevê di wêrankirina bingehên atomî yên Tehranê de pir serketî bû, heta Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî jî ev yek piştrast kiriye.

Caroline Levitt amaje jî da: Wêrankirina wan bingehan nayê wê manayê ku Îran dubare bizavê ji bo avakriina bingehên xwe yên atomî nake, ji ber vê yekê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze piştrast bibe ku bernameya atomî ya Tehranê ji bo dost û hevalbendên wê li deverê nabe gef.

Sekreterê Rojnamevaniyê yê Koçka Spî tekez jî kir ku, bijardeya yekê ya Trump li ser pirsa Îranê çareseriyeka dîplomatîk e, lê heke pêdivî jî bike ew dê bijardeya leşkerî bi kar bîne.

Caroline Levitt herwesa hemî ew gotgotkan red kirin ên ku behsa biryardana Trump ji bo êrîşkirina li ser Îranê dikin û got: Hemî ew raportên ku behsa biryar û dema êrîşa li ser Îranê dikin ne rast in, ji ber ku ji bilî Serokê Amerîkayê bi xwe ti kesek pê nizane.