Rûsya girtiyên xwe yên DAIŞê vedigerîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Rûsyayê razî bûye ku wan welatiyên xwe, yên ku bi tohmeta terorê hatine girtin û di zindanên Iraqê de ne, vegerîne welatê xwe.
Wezareta Derve ya Iraqê îro (Çarşem, 15ê Sibata 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, Balyozê Iraqê li Moskoyê Ebdulkerîm Haşim Mistefa li bingeha Wezareta Navxwe ya Rûsyayê bi Wezîrê Dewletê û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Rûsyayê Îgor Nîkolyavîç Zubov re civiya.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, Balyozê Iraqê bang û daxwaza Hikûmeta Iraqê gihandiye Hikûmeta Rûsyayê, ji bo wergirtina wan welatiyan ên ku çekdarên DAIŞê ne û di zindanên Iraqê de hatine girtin.
Ev yek jî di çarçoveya bizavên vê dawiyê yên Bexdayê de ye, ji bo vegerandina wan çekdarên DAIŞê ji bo welatên wan, bi merema parastin û berdewamiya ewlehî û tenahiya deverî û navneteweyî.
Wezîrê Dewletê û Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Rûsyayê jî ji aliyê xwe ve amadebûna welatê xwe ji bo wergirtina wan girtiyan ên ku nasnameyên Rûsyayê hene nîşan da, ew jî piştî piştrastkirina welatîbûna wan.
Di pareka din a wê civînê de, Balyozê Iraqê daxwaz kiriye ku hêsankarî di dayîna vîzeyan de ji bo welatî û sermayedarên Iraqî yên ku dixwazin serdana Rûsyayê bikin bên kirin, da ku bibe sedema vejandina lihevguhertinên bazirganî û geştiyariyê û xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de.
Îgor Nîkolyavîç Zubov jî amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî li ser bingeha têbîniyên Balyozê Iraqê anî ziman, herwesa tekez li ser hevahengîkirina bi aliyên peywendîdar re jî kir, da ku kanala peywendiyan a rasterast bi Balyozxaneya Iraqê re vekin, bi merema lezandin û hêsankariyên ji bo rêkaran, û xurtkirina alîkariyên rasterast di pirsên hevpar de ku xizmeta berjewendiyên her du welatan dike.
Li gorî peyamenka di navbera Amerîka û Iraqê de ku di 31ê Çileya 2026ê de hatiye îmzekirin, zêdetir ji pênc hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhastin û dê bên darizandin.