Ocalan peyamekê belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro salek di ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derbas dibe ku tê de daxwaza hilweşandina rêxistinê û çekdanînê kiribû. Tê çaverêkirin ku bi vê boneyê, îro peyameke nû ji aliyê Ocalan ve were belavkirin.
Piştî sê hevdîtinên li pey hev ên bi şandeya DEM Partiyê re li girtîgeha Îmraliyê, Abdullah Ocalan bangewaziyek belav kiribû. Di wê bangê de, Ocalan daxwaz ji PKK’ê kiribû ku kongreya xwe ya dawî bibe û rêxistinê hilweşîne.
Ocalan di banga xwe de bal kişandibû ser peywendiyên dîrokî yên Kurd û Tirkan û destnîşan kiribû: "Di dîroka hezar salan de, Tirk û Kurd ji bo parastina hebûna xwe û li dijî hêzên hegemonîk, her gav hevkariyeke dildar wekî pêdiviyek dîtine."
Li ser banga Ocalan, di rojên 6 û 7ê Gulana sala 2025an de, PKK’ê kongreyek lidar xist. Di 12ê Gulana 2025an de encamên kongreyê ji raya giştî re hatin aşkere kirin û PKK’ê bi fermî hilweşandina xwe ragihand.
Di tîrmeha heman salê de, wekî nîşana niyeta baş, pêvajoya çekdanînê bi pratîkî dest pê kir. Di çarçoveya vê pêngavê de, 30 endamên berê yên PKK’ê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin.
Di salvegera yekem a vê banga stratejîk de, çav li girtîgeha Îmraliyê ne. Biryar e îro Abdullah Ocalan peyameke nû belav bike. Tê çaverêkirin ku di vê peyamê de Ocalan nirxandineke nû li ser qonaxa piştî hilweşandina PKK’ê, rewşa pirsa Kurd û geşedanên herêmî bike.