Karasu: Piştî salekê ji banga Ocalan, dewletê ti pêngavên cidî neavêtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu ragihand, tevî ku salek di ser banga aştiyê ya Abdullah Ocalan re derbas bûye, dewleta Tirkiyeyê ji bo pêşvebirina pêvajoyê tI pêngavên cidî û qanûnî neavêtine.

Mustafa Karasu di hevpeyvîneke medyayî de destnîşan ku piştî "Banga ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk" a Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de, PKK’ê xwe hilweşand û têkoşîna çekdarî rawestand. Karasu destnîşan kir, tevî van geşedanên dîrokî, dewletê wekî bersiv ti gavên giring neavetine.

"Divê Ocalan bi awayekî azad bixebite"

Karasu diyar kir, ji bo ku pêvajo biçe serî, divê şert û mercên Abdullah Ocalan werin guhertin û rê jê re were dayîn ku ew bi awayekî azad kar bike. Karasu got: "Divê Ocalan karibe peywendiya rasterast ligel gel, aliyên siyasî û hemû beşên civakê deyne, daku pêvajo biser bikeve."

Rexneya li raporta parlamemtoyê: "Pirsa Kurd" ne "Teror"

Derbarê raporta Komîsyona Parlamentoyê de, Karasu rexneyên tund girtin û got ku di raportê kêmasiyên mezin hene û got: "Li şûna 'Pirsa Kurd', bikaranîna têgeha 'Teror' ne rast e. Divê navê vê pirsê bi zelalî were danîn û bi wê hişmendiyê nêzîkatî were nîşandan."

Pêşniyar û daxwazên ji bo çareseriyê

Karasu hişyarî da ku eger dewlet gavan neavêje, dê ev pêvajo jî mîna yên berê bêencam bimîne. Herwiha daxwazên xwe wiha rêz kirin:

- Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin cîbicîkirin.

- Tayînkirina qeyûman divê bidawî bibe.

- Rê ji bo siyaseta demokratîk were vekirin.

- Divê garantî were dayîn ku endamên berê yên PKK'ê piştî çekdanînê, karibin di qada siyasî û demokratîk de xebatên xwe bimeşînin.

Endamê Konseya KCK'ê Mustafa Karasu di dawiyê de tekez kir, çareserî tenê bi rêyên demokratîk û naskirina mafên rewa yên gelê Kurd pêkan e.