Konsul û nûnerên welatan serdana sûka Hewlêrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke konsul û nûnerên welatan şeveke Remezanê li sûka bajarê Hewlêrê derbaz kir. Dîplomatkaran pesnê rewşa ewlehiyê da, herwesa heyraniya xwe ji bo çalakiya sûkê û jiyana şevên Hewlêrê anî ziman.
Hejmareke konsul û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, bi hevaltiya rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya çalakiyên xwe yên dîplomasî û çandî de serdana sûka Hewlêrê û derdora Keleha Hewlêrê kir.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re ragihand: Me biryar da ku em bi nûnerên dîplomatîk re serdana geriyanekê di nav Hewlêrê de bikin. Di rewşeke aram de, dîplomatkaran kêfxweşiya xwe anî ziman û ev rewşa aram bilind nirxand.
Sefîn Dizeyî herwesa got ku, ew hêvî dikin ku ev serdan bibe peyamek ji bo cîhanê ku "Herêma Kurdistanê devereke aram e û hêzên Pêşmergeyan faktora sereke ya wê aştî û tenahiyê ne.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî ji aliyê xwe ve ragihand ku, serdanên bi vî rengî bûne edetekê salane û di şevên meha Remezanê de tên kirin.
Omêd Xoşnaw herwesa got: Em dilxweş in ku aramiya Hewlêr û Kurdistanê bala mêvanan dikişîne, xasma jî dema ew dibînin ku gelê Kurdistanê bi rêzdarî pêşwaziya wan dike.
Ecêbmayîna dîplomatkaran bi jiyana şevê û aboriya Hewlêrê
Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Liu Jun, ku yek ji kesên tevlîbûyî yên wê geriyanê bû, heyraniya xwe ji bo enerjî û çalakiya sûkê anî ziman û got: Min gelek caran serdana sûkê kiriye, lê ev cara yekê ye ku ez di şevên Remezanê de têm; Ji bo min surprîz bû ku min dît jiyana şevê li Hewlêrê ewqas çalak e û gelek mirov li ser cadeyan hene.
Liu Jun amaje da aliyê aborî jî û got: Ez kêfxweş im ku dibînim aboriya Herêma Kurdistanê pêş dikeve. Piraniya kelûpelên li sûkan berhemên Çînê ne û heta li ser cadeyan jî timbêlên nû yên Çînî tên dîtin, ku ev jî nîşana mezinbûna têkiliyên me yên bazirganî ye.
Rewşa civakî û hesta ewlehiyê
Di vê navberê de, Konsulê Giştî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê Adrian Eiselstein ew ezmûn wekî "awarte" wesif kir û ji Kurdistan24ê re got: Serdana sûka Hewlêrê her gav kêfxweş e, xasma jî vexwarina çayê û geriyana li nav bajar. Tekez jî kir: Dema ku ez li vê derê dimeşim, ez xwe bi tevahî ewle hîs dikim.
Her di çarçoveya wê geriyanê de, Konsulê Giştî yê Hindistanê Brijesh Kumar jî kêfxweşiya xwe anî ziman û pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir û got: Ez di meha Remezanê de daxwaza zêdetir aştî, jiyarxweşî û pêşketinê ji Herêma Kurdistanê re dikim.