Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî li ser rewşa Îranê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) ragihand ku, ew dê sibe (Duşem, 2ê Adara 2026ê) civîneke bilez li dar bixe, da ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê nîqaş bike.

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî piştrast kir ku, "ew civîn li ser daxwaza Rûsyayê bûye". Herwesa got ku, "her endameke wê encûmenê mafê wê yekê heye ku daxwaza civîna bilez bike".

Ev civîn beriya destpêkirina civîna çaryeka bernamekirî ya wê encûmenê tê, ku biryar bû di bernameya karê xwe de behsa bernameya atomî ya Îranê hatibam kirin.

Dîplomatkaran eşkere kiriye ku, "Tu nîşanek tune ku dezgehên atomî yên Îranê di van êrîşên Îsraîl û Amerîkayê de hatibin armanckirin".

Televîzyona fermî ya Îranê jî her îro ragihand ku, sê ji berpirsên bilind ên wî welatî, wekî Wezîrê Berevaniyê Ezîz Nasirzade, Serokê Erkanên Artêşa Pasdaran Ebdulrehîm Mûsewî û Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran Mihemed Pakpûr di êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê de hatine kuştin.

Kuştina Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî her îro ji aliyê televîzyona fermî ya Îranê ve jî hat piştrastkirin, herwesa artêşa Pasdaran jî gef kirin û soz da ku tola rêberê xwe vekin.

Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) bi hev re êrîşî axa Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, lê heta niha tu zirareke mirovî û madî nehatiye eşkerekirin.