Serok Barzanî û Ehmed Şera rewşa navçeyê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê axivîn û nêrînên xwe li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên li ser aramiya navçeyê gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî şeva borî peywendiyeke telefonî ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera wergirt.
Di vê peywendiya telefonî de, her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa navçeyê, pêşhatên dawiyê, guhertin û bandora wan a li ser aramiya herêmê û her wiha metirsiyên kûrbûna rageşiyan parve kirin.
Herwiha her du aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşe û qeyranên herêmê bi rêya diyalog û amûrên aştiyane kirin.