Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Şahê Urdinê dawîn pêşhat û guhertin û rageşî û aloziyên herêmê gotûbêj kirin û her du alî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan hevnêrîn bûn.

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, şeva borî 1ê Adarê, Serok Mesûd Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdullah peywendiyeke telefonî encam dane.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di wê peywendiya telefonî de, nêrîn li ser dawîn pêşhat, guhertin û rageşî û aloziyên vê dawiyê yên navçeyê hatin parvekirin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya parastina aramiya navçeyê û çareserkirina kêşe û astengiyan bi rêya diyalogê.