Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan rewşa giştî ya navçeyê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan wergirt.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên şer û rageşiyên navçeyê hatin kirin.
Amaje bi wê hate kirin ku her du alî li ser giringiya parastina aştî, aramî û ewlehiya navçeyê hevnêrîn bûn.