Li asmanê Soranê dronek hat êxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê li Soranê ragihand: Dronek li asmanê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê hat êxistin û ket taxa Westa Recemê, lê tu zirar nebûn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Soranê îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) got: Dronek li asmanê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê hat êxistin û ket taxa Westa Recemê.
Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir ku, hêzên ewlehiyê ji welatiyan dixwazin ku nêzîkî wê nebin, herwesa tu zirareke canî nebû, tenê zirar gihîştiye derî û pencereyên malekê.
Her îro dron arasteyî çend deverên din jî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin, lê tevahiya wan hatin êxistin û bê zirar bûn.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.