Erdogan helwesta Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, sîstemên berevaniyê yên NATOyê mûşekeke Îranê ku arasteyî Tirkiyeyê hatibû kirin, têk birine. Herwiha pesnê helwesta Herêma Kurdistanê da ku xwe ji şerê herêmî dûr dixe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 9ê Adarê di gotarekê de derbarê pêşhatên ewlehiyê yên navçeyê agahiyên girîng parve kirin. Erdogan aşkere kir, asmanê Tirkiyeyê 24 saetan bi firokeyên F-16 û sîstemên hişyariya pêşwext tê parastin û ti metirsî nayê qebûlkirin.

Erdogan got: "Di 4ê Adarê de, mûşekek ji Îranê hat avêtin. Piştî ku asmanê Iraq û Sûriyeyê derbas kir, diyar bû ku ber bi welatê me ve tê. Lê belê ev mûşek ji aliyê sîstemên NATOyê ve hat pûçkirin. Piştî vê bûyerê, me hişyariyên pêwîst dan rayedarên Îranê."

Serokkomarê Tirkiyeyê rexne li gavên "provokatîf" ên Tehranê girtin û got: "Tevî hişyariyên me yên dostane, hîn jî gavên şaş û provokatîf têne avêtin ku dostaniya Tirkiyeyê dixin metirsiyê. Divê li ser şaşiyan îsrar neyê kirin."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Erdogan bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê û got: "Em hewildan û siyasetên serkirdeyên Herêma Kurdistanê yên ji bo dûrketin û beşdarnebûna di şerê herêmî de, bilind dinirxînin."

Erdogan tekez kir, Enqere di hevahengiya ligel NATO û hevpeymanên xwe de, bi hûrgilî çavdêriya herêmê dike û dê hemû rêkarên ewlehiyê ji bo parastina welêt zêdetir bikin.