Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê nû kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Mucteba Elî Xamineyî kir, ku wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê yê nû hatiye hilbijartin. Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser daxwaza neguher a Herêma Kurdistanê jî kir, ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Hewlêrê û Tehranê de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 10ê Adara 2026ê) nameyeke pîrozbahiyê ya fermî pêşkêşî Mucteba Elî Xamineyî kir, piştî ku navbirî wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê hat destnîşankirin.
Serokê Herêma Kurdistanê di vê erk û berpirsiyariya nû de ji Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê nû re serkeftin xwest û bi germî pîrozbahî li gelê Îranê kir.
Li ser têkiliyên dualî jî, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya cîrantiyê û têkiliyên di navbera Hewlêrê û Tehranê de û ragihand ku, Herêma Kurdistanê wekî her car daxwaza pêşxistina têkiliyên dîrokî û dostane bi Komara Îslamî ya Îranê re dike.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, armanc ji pêşxistina wan têkiliyan xizmetkirina berjewendiyên her du gelan e, herwesa dê rol di xurtkirin û parastina pêkvejiyana aştiyane li seranserî deverê de jî hebe.