Etrûşî û Sûdanî tekezî li ser rêgirtina li êrîşên li ser Herêma Kurdistanê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Iraqê ragihand, Cîgirê Serokê Perlemantoyê Ferhad Etrûşî û endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.

Di civînê de, guftûgo li ser pêşhatên herêmê û bandora wan a li ser Iraqê hate kirin. Beşdaran tekez kirin ku nabe bajarên Iraqê, bi taybetî Herêma Kurdistanê, werin armancgirtin. 

Her wiha hat diyarkirin ku pêwîst e serweriya Iraqê were parastin û rêgirî li bikaranîna axa Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û temamkeriya navbera desthilata cîbicîkar (hikûmet) û ya yasadananê (perlemanto) kirin; bi awayekî ku bibe alîkar ji bo piştgiriya hewildanên geşepêdanê, pêşxistina avedankirinê, xurtkirina pêvajoya avakirin û çaksaziyê û xizmetkirina berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Iraqê.