Encûmena Ewlehiyê li dijî êrîşên Îranê li ser welatên Kendavî û Urdinê biryarek derxist
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî projebiryareke hevpar a welatên kendavî û Urdinê pejirand, ku tê de êrîşên Îranê yên li ser deverê şermezar dike û daxwaza rawestandina tavilê ya wan êrîşan dike.
Encûmena Ewlehiyê Navneteweyî îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) biryara hejmar 2817 bi piraniya 13 dengên belê pejirand. Rûsya û Çîn di pêvajoya wê dengdanê de bêalî bûn û tu dewletekê jî li dijî wê biryarê deng neda.
Encûmena navbirî di bityara xwe de êrîşên Îranê yên li ser deverên xwecihbûnê û jêrxaneyên sivîl ên welatên Kendavî û Urdinê şermezar kirin, ku bûn sedema peydabûna qurbaniyan û zirarên madî yên zêde. Wê encûmenê êrîş wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û gefek li ser aştî û ewlehiya cîhanê wesf kir.
Di pareke din a biryarê de, ji Îranê hat xwestin ku tavilê êrîşên xwe yên li ser welatên deverê rawestîne. Herwesa tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, her bizavek an gefeke Îranê ji bo girtin, çêkirina astengiyan an destwerdana di rêya ava navneteweyî li Tengava Hurmizê de bi hemî awayan tê şermezarkirin.
Piştî bejirandina wê biryarê, Nûnerê Behreynê li Neteweyên Yekgirtî Cemal Ruweyî ragihand: Pejirandina vê projebiryarê peyameke xurt a Encûmena Ewlehiyê ye ku destdirêjiyên Îranê êdî nayên qebûlkirin.
Nûnerê Behreynî amaje da ku, ewlehî û tenahiya deverê pareke girîng û veneqetandî ya ewlehiya cîhanî ye, û tekez jî kir ku welatên Kendavî hemî mafên qanûnî hene ku ax û serweriyên xwe biparêzin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.