Mihemed Hacî Mehmûd daxwazekê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê dike

Mihemed Hacî Mehmûd
Mihemed Hacî Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê gaziyek pêşkêşî hemî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û jê xwest ku, di zûtirîn dem de civîneke berfireh a tevalî bê lidarxistin.

Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) gaziyek pêşkêşî hemî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û jê xwest ku, di zûtirîn dem de civîneke berfireh a tevalî bê lidarxistin.

Mhemedî Hacî Mehmûd ragihand: Ji ber hestkirina bi berpirsiyarîtiyê û hestyariya rewşê, ku şereke nexwestî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Komara Îslamî ya Îranê li ser deverê hatiye ferzkirin û ji deh rojan derbaz bûye û tevahiya deverê tevî Herêma Kurdistanê jî vegirtiye, da ku êdî Herêma Kurdistanê nebe meydana şerekî ku şerê Kurdan nîne û eşkere ye jî ku şiyana yarîkirina di navbera wan welatên bihêz de nîne.

Navbirî tekez jî kir: Ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û gelê me, ez bang li hemî hêz û aliyên siyasî dikim ku berjewendiyên partiyan bidin aliyekî û bizavê ji bo lidarxistina civîneke berfireh a hemî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê di zûtirîn derfet de bikin.

Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê herwesa got: Ev civîn wekî tiştekî zerûrî yê vebir ê vê qonaxê ji bo parastina serwerî û destkeftiyên Kurdistanê ye, herwesa bizavek e ji bo rawestandina êrîşên nerewa yên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, ji hêla wan aliyên ku bizavê dikin xwe bixin nav wê hevrikiyê û xwe û welatê xwe bixin bin xetereke mezin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.