UNHCR: Li Îranê hejmara koçberên navxweyî 3.6 mîlyon kes derbas kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber berdewamiya êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê, paytextê Îranê bi pêleke bêhempa ya koçberiyê re rûbirû maye. Neteweyên Yekgirtî ragihand, hejmara koçberên navxweyî li Îranê 3.2 mîlyon kes derbas kiriye.

Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) îro 13ê Adarê di daxuyaniyekê de aşkere kir, heta niha 3.2 mîlyon kes li hundirê Îranê ji ber şer û bordûmanan ji malên xwe koçber bûne. Tevî ku Washington dibêje wan şiyanên serbazî yên Îranê têk birine, Tehran vê yekê red dike û tekez dike ku hêza wan a mûşekî hîn jî dikare armancên li navçeyê pêk bîne.

Şirovekarê siyasî yê li Tehranê Mihemed Saleh Sidqiyan ragihand, ji ber giranbûna êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser paytext, nêzîkî 5 heta 6 mîlyon kesî ji Tehranê bar kirine û ber bi deverên aramtir ve çûne.

Sidqiyan bal kişand ser zehmetiyên jiyana rojane û got: "Jiyan bi nîvî maye; bazar û bank vekirî ne, lê dabeşkirina sotemeniyê hatiye sînordarkirin. Ji bo her otomobîlekê tenê 20 lître benzîn tê dayîn. Asmanê welat bi temamî girtî ye û tenê veguhastina bi rêya trên û bejayî di navbera bajaran de maye." Ev krîz di demekê de ye ku cejnên Newroz û Remezanê nêzîk dibin.

Trump: Şer dê di nêz de bidawî bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de geşbîniya xwe anî ziman û got: "Ez pêşbînî dikim ku ev şer dê di demeke nêz de bidawî bibe."

Trump herwiha soza parastina asayîşeke bilind ji bo tankêrên petrolê yên li Tengava Hurmizê da, ku ji sedî 20ê petrola cîhanê di wê tengavê re derbas dibe. Derbarê gefên li ser hundirê Amerîkayê jî Trump got: "Ez ne nîgeran im; dezgehên me yên ewlehiyê ji bo rûbirûbûna her metirsiyekê amade ne."