The National: Bexda dixwaze petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê hinarde bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo rûbirûbûna krîza aborî û qerebûkirina zirara bi milyaran dolaran, Hikûmeta Iraqê daxwaza lihevkirineke bilez bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dike, ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê.
Li gorî raporteke rojnameya The ‘National’ê, eger hikûmeta federal bikare bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re lihevkirinê bike, ew dikare hinardekirina petrolê, ku ji ber pevçûnên Rojhilata Navîn rawestiyaye, bide destpêkirin.
Rayedaran ji wê rojnameyê re ragihandiye ku, lihevkirina di navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo hinardekirina petrola xav bi rêya zeviyên Kerkûkê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dê bibe qerebûya wan ziraran ên ku bi ji ber êrîşên li ser Iraqê û dorpêça Îranê li ser Tengava Hurmizê çê bûne, xasma jî piştî ku êrîşên Îranê yên li ser keştiyên petrolê li Besrayê rayedar neçar kirin ku di destpêka vê hefteyê de hinardekirina ji hemî boriyên petrolê yên Iraqê rawestînin.
Rayedarên Hikûmeta Iraqê ji ‘The National’ê re got: Iraq bi krîzeke aborî ya giran re rû bi rû ye ji ber ku ew xwe dispêre hinardekirina petrolê, ku nêzîkî 90% ya budce û dahata neteweyî ya wê pêk tîne. Tevî wê yekê jî, eger astengkirina hilberîna petrolê berdewam bike an jî hinardekirina bi rêya Tengava Hurmizê rawestiyayî bimîne, vebijarkên Bexdayê dê sînordar bin, rêya pêguherk bikaranîna boriya Iraq-Tirkiyeyê ye, lê wê vebijarkê jî astengî û rêgiriyên xwe hene.
Li gorî wê raportê, Wezareta Petrolê ya Iraqê di destpêka hefteya borî de nameyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandiye û daxwaz kiriye ku herî kêm rojê 100 hezar bermîlên petrola xav ji zeviyên Kerkûkê bi rêya boriyan ji bo Bendera Ceyhanê bên veguhastin. Nûnerên Kurd dibêjin ku, ew amade ne ku lihevkirinê bikin, bi wî şertî ku Bexda wê dorpêça li ser dolarê Amerîkayî ya ku berî du mehan li ser Herêma Kurdistanê hatibû ferzkirin rake û dahata bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê jî vegerîne.
Rayedarekî bilind ê Kurd ji ‘The National’ê re ragihand: Em lihevkirinê dixwazin, li ser şer û wê zexta darayî ya li ser Iraqê tê kirin, me bi awayekî ketwarî serederî kiriye û hikûmeta Iraqê niha krîza nextîneyê fêm kiriye. wî rayedarî herwesa got: Me ji Bexda û hevparên xwe yên Amerîkayî re ron kiriye ku, Herêma Kurdistanê dixwaze ji bo hinardekirina petrola zeviyên Kerkûkê û Herêma Kurdistanê alîkar be, lê divê li pêşiyê ev dorpêç bê rakirin.
Wî rayedarê ku haydarî danûstandine herwesa got: Divê Bexda jî pragmatîk be û lihevkirineke demkî di vê krîzê de bike, heta ku nakokiyên mezin çareser bibin. Rayedarekî din ê Kurd jî got: Ger di navbera Bexda û Hewlêrê de lihevkirin çê bibe, ew boriya petrolê dikare bibe pêguherka herî ketwarî ji bo parastina asteke diyarkirî ya hinardekirinê.
Herwesa rayedarekî Iraqî jî ji îThe National’ê re got: Iraqê ji bo berfirehkirina hinardekirina petrolê bi rêyên din ji bilî Besrayê gelek derfet ji dest dane. Herwesa got: Ji bo hinardekirina petrolê bi rêya Besrayê tu vebijarkeke din nemaye. Pêştir pêşengiyek ji bo çêkirina boriyekê bi rêya Eqebeyê hebû, ew jî bi merema dûrkeftina ji Tengava Hurmizê.
Li gorî gotina wî rayedarê Iraqê, "Ji ber nebûna nerînê ji aliyê hikûmetê ve, me nekarî li ser wê yekê bigihîjin yekdengiyê û ew derfet ji destê me çû, ku mimkin bû me di vê rewşa dijwar a niha de gelek feyde jê wergirtiba. Nebûna budceyê û pirsgirêkên ewlehiyê jî di rêya bicihanîna wê projeyê de hin astengiyên din bûn.
Li gorî wî rayedarî, vebijarkeke din ku tê nîqaşkirin ew e ku petrol bi tankeran ber bi bendera Eqebeyê ya Urdinê ve bê veguhestin, lê boriya Kerkûk-Ceyhanê dê wekî pêguherkek pêguherk bê parastin, ku pêdivîtiya wê yekê jî bi îradeyeke siyasî heye, ji ber ku ev vebijark rûbirûyî gelek pirsgirêkan dibe.