Nêçîrvan Barzanî û Seroka Komisyona Ewropayê pêşketin herêmî nîqaş kirin

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen
Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê bi rêya telefonê li ser pêşketinên deverê û metirsiyên zêdetir mezinbûna aloziyan axivîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) li ser tora civakî ya Xê belav kir ku, ew bi rêya telefonê bi Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen re axiviye.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ragihandiye ku, di wê peywendiya telefonî de pêşketinên deverê û metirsiyên zêdetir mezinbûna aloziyan hatine nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî herwesa got: Me tekez li ser pêdivîtiya çareseriyên siyasî ji bo pêşîgirtina li hevrikiyên berfirehtir û parastina welatiyên sivîlan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê li dawiyê spasiya Yekîtiya Ewropayê kir, ji ber piştgiriya wê ya berdewam ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.