Reuters: Welatên Kendavê ji Amerîkayê daxwaz dikin ku şiyana leşkerî ya Îranê têk bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Îranê êrişî binesaziya welatên Kendavê kir, nêrîna van welatan a li ser şer guherî.  Niha dewletên Kendavê ji Washingtonê daxwaz dikin ku operasyonê heta nehîştina metirsiya Îranê ya li ser Tengava Hurmizê bidomîne.

Sê çavkaniyên ji welatên Kendavê ji ajansa "Reuters" re ragihandin, her çend wan di destpêkê de daxwaza şerê li dijî Îranê nekiribe jî, lê niha zextê li Amerîkayê dikin ku operasyonê di astekê de nehêle ku Komara Îslamî ya Îranê bikaribe careke din gefê li girtina Tengava Hurmizê bixwe.

Li gorî agahiyên ku pênc dîplomatên Rojavayî û Ereb dane Reutersê, Washington zextê li dewletên Kendavê dike, da ku bi fermî tevlî eniya şer a Amerîka û Îsraîlê bibin. Tê gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze bi piştgiriya welatên navçeyê, rewayiyeke navdewletî bide operasyona xwe ya leşkerî û her wiha li hundirê Amerîkayê jî piştgiriyê bidest bixe.

Serokê Navenda Lêkolînên Kendavê Ebdulezîz Saqir derbarê rewşê de got: "Li seranserê Kendavê hesteke wisa heye ku Îranê li hemberî her welatekî Kendavê hemû 'hêlên sor' derbas kirine. Di destpêkê de me berevaniya wan dikir û em li dijî şer bûn, lê piştî ku wan êrişî me kir, êdî ew dijmin in. Rêyeke din a pênasekirina wan nîn e."

Îranê êrişî her 6 welatên Kendavê kir

Tehranê di hefteyên borî de bi rêya mûşek û dronan, firokxane, bender, dezgehên petrolê û navendên bazirganiyê yên her şeş welatên Kendavê kirine armanc. Herwiha tevgera li Tengava Hurmizê, ku şiryanê sereke yê aboriya navçe û cîhanê ye û ji sedî 20ê petrola cîhanê di wir re derbas dibe, asteng kiriye.

Ev êriş bûn sedem ku welatên Kendavê bitirsin ku ger Îran bi çekên giran û şiyana çêkirina çekan bimîne, dê di her aloziyekê de aboriya herêmê bike rehîn.

"Divê Trump hêza Îranê bi temamî qels bike"

Şerê li dijî Îranê ketiye hefteya xwe ya sêyem û êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê dijwartir bûne. Di heman demê de Îranê jî baregehên Amerîkayê û armancên sivîl li seranserê Kendavê bombebaran kirine.

Çavkaniyekê ji Kendavê diyar kir, nêrîna serokên navçeyê zelal e: "Divê Trump şiyana leşkerî ya Îranê bi şêweyekî mezin qels bike. Alternatîfa vê yekê ew e ku em her dem di bin gefê de bijîn. Ger Îran bi giranî neyê lawazkirin, dê li ser şantajkirina navçeyê berdewam bike."