Mesrûr Barzanî ligel Odeya Operasyonan a Birêvebirina Krîz û Karesatan civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji her kesekî zêdetir dilgerma aborî, mûçe û jiyara xelkî ye û alîgira wê yekê ye ku petrol bê hinardekirin. Herwesa got: Di vî warî de, em amade ne ku bi hikûmeta federal re hevkarî û hevahengiyê bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) piştî nîvro li avahiyê Parêzgeha Hewlêrê bi Odeya Operasyonan a Birêvebirina Krîz û Karesatan re civiya.

Di destpêka wê civînê de, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kurtiyek li ser kar û çalakî û amadekariyên wê odeyê eşkere kir, ku ji fermangehên xizmetkariyan û aliyên ewlehiyê pêk tê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya Odeya Operasyonan û hemî fermangeh û aliyên peywendîdar kir, ji ber amadekariyên wan û xebata wan a berdewam ji bo bicihanîna erkên xwe û parastina ewlehiya xelkî û welatiyên Hewlêrê û Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rayedar jî erkdar kirin ku, rola xwe ya berpirsiyarane bilîzin û nehêlin tu pirsgirêk û alozî çê bibin. Xelkê Kurdistanê jî piştrast kir ku, ew dê hemî bizavan ji bo parastina xelkî û Herêma Kurdistanê ji van şer û tevliheviyên deverê bikin.

Mesrûr Barzanî tekez jî kir: Tevî ku zeviyên petrol û gazê û parzinîngehên petrolê rûbirûyî êrîşên hêzên neqanûnî bûne, lê hikûmetê hemî bizav kirine da ku pirsgirêka elektrîkê çareser bike.

Piştre Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir: Em wekî Herêma Kurdistanê ji her kesekî zêdetir dilgermên aborî, mûçe û jiyara xelkî ne, niha jî em tekez dikin ku em bi wê yekê re ne ku petrolê bê hinardekirin û Herêma Kurdistanê ne rêgir e, tenê daxwaza wê yekê kiriye ku garantî hebe û em bikarin ji zeviyên xwe jî petrolê hinarde bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: Bexdayê bi xwe berî çend salan bi rêya dadgehê petrola Herêma Kurdistanê rawestand, ji ber vê yekê ne guneha Herêma Kurdistanê ye ku petrol rawestiyaye. Her çend ku mîqdara petrola Iraqê jî ku biryar e bi rêya Herêma Kurdistanê bê hinardekirin sînordar e û hemî petrola Iraqê qerebû nake, lê em amade ne ku bi hikûmeta federal re ji bo hinardekirina petrolê hevkarî û hevahengiyê bikin.

Mesrûr Barzanî di bersiva pirsyarekê de li ser pirsgirêka deriyên sînorî û sîstema ASÎKUDAyê (ASICODA) jî ragihand: Me wekî Herêma Kurdistanê negotiye ku em dê ASÎKUDAyê bi cîh neyînin, belkî tenê me daxwaza demê kiriye da ku li Herêma Kurdistanê amadekarî ji bo bicihanîna wê bên kirin. Bi taybetî ku niha em di rewşeke aborî û bazirganî ya pir xirab de ne û çalakiya bazirganî pir kêm bûye.