Encûmena Wezîrên Iraqê: Êrîşên li ser nûnerên dîplomatîk kiryarên terorîstî ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Iraqê êrîşên li ser hêzên ewlehiyê û nûnerên dîplomatîk bi tundî şermezar kirin û wekî "kiryarên terorîstî" binav kirin, herwesa li ser diyarkirina rojên bêhnvedana fermî ji bo cejna Remezanê jî biryar da.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) serperiştiya civîna 11ê ya normal a Encûmena Wezîrên Iraqê kir, ku tê de pêşveçûnên rewşa welat û mijarên bernameya kar hatin nîqaşkirin û biryarên pêdivî li ser hatin dayîn.
Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Sûdanî, Encûmena Wezîrên Iraqê pêşveçûnên dawiyê yên ewlehiyê nîqaş kirine û êrîşên li ser pêgeha hêzên ewlehiyê jî bi tundî şermezar kirine.
Her di wê daxuyaniyê de hat gotin ku, hikûmet her êrîşeke li ser dezgehên dîplomatîk wekî "kiryarên terorîstî dibîne ku armanc jê têkdana wê tenahî û ewlehiyê ye ya ku bi saya qurbaniyên hêzên ewlehiyê hatiye bidestxistin”. Encûmena navbirî careke din piştgiriya xwe ya tevav ji bo hêzên ewlehiyê nîşan da, ku erkên xwe ji bo pêşîgirtina li van êrîşan bi cih bîne.
Her di wê civînê de, biryar hat dayîn ku ji ber nêzîkbûna cejna Remezanê, li hemî dezgehên dewletê bêhnvedana fermî bê ragihandin. Ew bêhnvedan sibe (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) dest pê dike û heta roja Duşema bê (23ê Adara 2026ê) berdewam dibe, û dewama fermî dê li roja Sêşemê (24ê Adara 2026ê) bê destpêkirin.