Hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Petrola Bakur bi fermî destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê ve ragihand. Ev pêngav piştî civînên serkeftî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat.
Kompaniya Petrola Bakur îro 18ê Adarê di saet 06:30ê sibehê de bi fermî wîstgeha "Saralo" xist dewrê. Armanca vê pêngavê, destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ye ku digihîje benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê.
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, şiyana destpêkê ya hinardekirinê ji vê wîstgehê, rojê 250 hezar bermîl petrol e. Tê çaverêkirin ku di qonaxên bê de ev miqdar hîn zêdetir bibe. Prose bi amadebûna Rêveberê Giştî yê Kompaniya Petrola Bakur Amir Muheyirî û nûnerê Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê birêve çû.
Ev pêşveçûn piştî civîna duh 17ê Adarê ya di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat. Di civînê de her duyan alî li ser hinardekirina petrola kêlgehên Kerkûkê ligel petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Herêm-Ceyhanê lihev kiribûn.
Şandeya danûstandinkar a Herêma Kurdistanê ragihand, ew di çarçoveya "hevpariya destûrî" û berpirsyariya neteweyî de amade ne hemû pêngavan bavêjin, da ku dahata giştî zêde bibe. Hikûmeta Herêmê tekez kir ku armanca wan a sereke ji vê rêkeftinê, çareserkirina krîza darayî û dabînkirina mûçe, xizmetguzariyên giştî û debara jiyanê ya welatiyan e, bi taybetî di vê rewşa hestiyar a herêmê de.
Pisporên aboriyê vê pêngavê wekî destpêkeke nû ji bo xurtkirina têkiliyên enerjiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û zêdekirina dahata neteweyî ya Iraqê dinirxînin.