Li Diyarbekirê bazara cejnê ketiye bin bandora şer û qeyrana aborî
Diyarbekir (K24) – Bi nêzîkbûna cejna remezanê re welatî amadekariyên xwe yên dawî dikin, lê ji ber ku bazara cejna Remezanê li gorî sala borî bihatir buye welatî bi gazinc in ku nikarin bi dilê xwe dansûtanê bikin. Esnaf jî didin zanîn ku gelek xurek û kelûpelên wan di destê wan de mane û hêvî dikin ku di rojên dawî yên remezanê de bazar geş bibe.
Li Diyarbekirê bazara cejna Remezanê ne wek salên borî ye, bi taybetî jî pêdiviyên sereke yên cejnê yên wek şekirê cejnê û cil û berg li gorî sala borî biha bune û welatî jî ji ber ku her ku diçe hêza danustanê dadikeve nikarin danustanek bi dilê xwe bikin. Esnaf amaje dikin ku bazara sala borî ya cejnê ji bazara îsal geştir bû.
Esnaf Zekî Barin: “Sala borî kîloya şekirê cejnê 180 lîre bû niha bûye 220 lîre, bazar sekan e, ne wek sala borî ye.”
Esnaf Ebdrehîm Şêrwanî: “Hem remezan e, hem sar e, hem jî şerê Îranê heye ku petrol biha dibe û bandora xwe li her tiştî dike. Wek berê kar nabe, hevalên me yên din jî wisa dibêjin.”
Esnaf Tayfun Bîrtane: “Welatî danustanê nakin, sala borî min 18 ton şekir firot ku 5 roj mabû ji cejnê re niha ji serê sibê ve 2 kîlo nehatiye firotin. Ji berk u şer heye welatî pereyê xwe xerç nakin, bikin jî arvan birinc savar distînin.”
Welatî jî ji bihabûna xurekan û cil û bergan bi gilî ne û amaje dikin ku her çiqas ew berê xwe didin bazarên erzan jî, dîsa jî dahata wan têra wan nake ku bikaribin dansutanek bi dilê xwe bikin û neçar dimînin ku dansutana xwe nîvco bihêlin
Welatî Guler Demîr: “Min 2 hezar lîre xerç kir bo şekir lê hîn jî min pêdiviyên xwe nestandine, bazar ne gelek biha ye, lê ji ber ku hêza me ya danûstanê tine ye bo me bûha ye.”
Welatî Mustafa Diyar: “Bazar buha ye, tiştek nayê standin, min terlik standine 750 lîre ye”
Welatî û Esnaf balê dikêşin ku ji xwe qeyrana aboriyê hebû, şerê Amerîka Îsraîl û Îranê bu sedem ku bazar cejnê bihatir bibe ku niha li Diyarbekirê bazara cejnê ne wek sala borî ye.