Du bingehên Heşda Şeibî li parêzgeha Kerkûkê hatin armanckirin

Heşda Şeibî
Heşda Şeibî

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Heşda Şeibî eşkere kir ku, bingeha Fewca Sêyê ya Lîwaya 16ê li aliyê qezaya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê bû armanca êrîşekê, û di encamê de sê endamên wan birîndar bûn.

Desteya Heşda Şeibî îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, bingeha Fewca Sêyê ya Lîwaya 16ê li aliyê qezaya Daqûqê ya Kerkûkê saet 6:00 ê êvarê rastî êrîşeke Îsraîlî-Amerîkî hat, ku bû sedema birîndarbûna sê endamên wan di dema bicihanîna erkên wan de.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, di eynî demê de bingeha Lîwaya 63ê ya Heşda Şeibî her li wê parêzgehê hatiye armanckirin, lê tu zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne.

Heşda Şeibî ev êrîş wekî parek ji rêza êrîşên dubarebûyî yên li ser bingehên xwe binav kir.

Ji aliyekî din ve çavkaniyeke ewlehiyê li Kerkûkê ragihand ku, dengê sê teqînên li pey hev li tax û deverên cuda cuda yên wî bajarî hatiye bihîstin û tirs û dudilî di nav welatiyan de çê kiriye.

Li gorî zanyarên wê çavkaniyê ku ji dezgehên medyayî re axiftiye, teqîna yekê li destpêka cadeya 90ê li nêzîkî Semonxaneya Filistînê çê bû, ku tê de bingeheke rêxistina Bedirê hatiye armanckirin.

Wê çavkaniyê herwesa got ku, dengê teqîna duyê li pişt Nivîsîngeha Şaredariya Kerkûkê û li nêzîkî bingeha Tevgera Esaîb Ehlul Heqê hat bihîstin.

Herwesa teqîna sêyê jî li devera "Hey Bedir"ê li pişt navenda perwerdeyê çê bû, ku armanc jê bingeha piştgiriyê ya Lîwaya 63ê ya Heşda Şeibî bû.