Reuters: Amerîka plana bicîhkirina hêzên bejayî li Kendavê amade kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê ragihand, îdara Donald Trump ji bo qonaxa nû ya şerê li dijî Îranê, plana şandina hêzên bejayî bo herêma Rojhilata Navîn amade dike. Armanca sereke kontrolkirina Tengava Hurmizê û Girava Xargê ye.
Ajansa Reutersê îro 19ê Adarê di raporeke taybet de aşkere kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump amadekariyên qonaxa bê ya şerê li dijî Îranê dike. Li gorî raporê, Washington dixwaze şiyana xwe ya ji bo kontrolkirina Tengava Hurmizê zêdetir bike.
Reuters diyar dike, Amerîka di qonaxa yekem de plan dike bi rêya asmanî û deryayî kontrola tam li ser Tengava Hurmizê ava bike. Lê belê, ji bo ku trafîka keştiyan û rewşa asayîşê ya li tengavê bi temamî di bin kontrolê de be, pêdivî bi hêzên bejayî heye. Çar çavkaniyên cihêreng ji Reutersê re ragihandine ku niha li Washingtonê plana şandina serbazan ji bo vê tengava stratejîk tê gotûbêjkirin.
Li gorî beşeke din a raporê, îdara Trump mijara şandina hêzên bejayî bo "Girava Xargê" ya li başûrê Îranê jî nirxandiye. Girava Xargê ji bo Îranê xwedî girîngiyeke jiyanî ye, ji ber ku %90ê hinardekirina petrola Îranê di ser vê giravê re pêk tê.
Lê belê, ev bijarde di nava îdara Amerîkayê de wekî "plana herî metirsîdar" tê binavkirin. Pisporên leşkerî hişyarî didin ku ji ber nêzîkbûna giravê bi axa Îranê re, mûşek û dronên Îranê dikarin bi hêsanî hêzên bejayî yên Amerîkayê li ser giravê bikin armanc.
Ev geşedan nîşan didin ku Amerîka dixwaze di qonaxa bê ya şer de "şiryana aborî" ya Îranê bi temamî qut bike, her çend ev yek metirsiya şerekî berfirehtir û rûbirûbûneke rasterast a bejayî zêdetir dike.