Iraq li dijî êrîşkerên li ser bingehên Heşda Şeibî giliyê tomar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku, hikûmetê dest bi bicihanîna rêkaran kiriye da ku li dijî wî aliyê ku bûye sedema bombebarankirina bingehên Heşda Şeibî û hêzên din ên ewlehiyê giliyê tomar bike.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand: Me êrîşên tirsonekane yên li ser bingeha Heşda Şeibî bi tundî şermezar kirin, ku dezgeheke ewlehiyê ya fermî ya girêdayî hikûmetê ye û erkên xwe yên parastina ewlehiyê û berevanîkirina ji Iraqê bi cih tîne.
Sebah Numan eşkere jî kir: Wê êrîşê tu hincet nînin, ji ber vê yekê me li dijî kesên ku bûne sedema kuştina çekdarên Heşda Şeibî û hêzên me yên din ên ewlehiyê dest bi rêkarên qanûnî kiriye.
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de behsa wê yekê kir ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî komîteyek çê kiriye da ku serdana birîndaran û malbatên kuştiyan bike. Herwesa ew bi xwe jî dê rasterast rewşa tenduristiya birîndaran bişopîne
Sebah Numan tekez jî kir ku, Iraqê bi rengekê fermî dest bi rêkarên qanûnî kiriye da ku li dijî wan kesan, ên ku ji bombebarankirina bingeha Heşda Şeibî û bingehên din ên ewlehiyê yên welat berpirsiyar in, giliyê tomar bike.
Ev jî di demekê de ye ku, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê bi Îran re, gelek caran êrîşî bingehên Heşda Şeibî hatiye kirin û bi dehan çekdar jê hatine kuştin û birîndarkirin, herwesa Amerîkayê gelek caran hişyarî daye Hikûmeta Iraqê ku divê Heşda Şeibî hilweşîne.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.