Mihemedê Hacî Mehmûd: Pêwîst e aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêmê bicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd bangeke bilez arasteyî aliyên siyasî kir ku ji bo parastina Herêma Kurdistanê, yekîtiya xwe ava bikin. Herwiha tekez kir ku "ev şer, ne şerê Kurdan e."
Mihemedê Hacî Mehmûd îro 20ê Adarê bi boneya Cejna Remezanê û Newrozê bi rêya Kurdistan24ê re pîrozbahiyên germ li welatiyên Kurdistanê kirin û hêvî xwest ku ev roj bibin sedema xêr, xweşî, aramî û pêkvejiyanê ji bo gelê Kurdistanê. Herwiha daxwaz kir ku ev cejn bibin sedema dawîhatina şer û malwêraniyên ku niha li Rojhilata Navîn heye.
Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û aloziyên navçeyê de, Mihemedê Hacî Mehmûd daxwaz ji hêzên siyasî kir ku bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin û got: "Ez daxwaz dikim ku hêzên siyasî yên Kurdistanê, ji bo parastina qewareya Herêmê, di demeke nêz de civîneke berfireh encam bidin û hemû partî di çarçoveya encûmenekê de kom bibin."
"Ev ne şerê Kurd û Kurdistanê ye"
Di dawiya axaftina xwe de, Hacî Mehmûd bal kişand ser şerê heyî yê li navçeyê û tekezî li ser bêlayeniya Kurdistanê kir û got: "Erkê me ye ku em di civînên xwe de tekez bikin ku ev şer û aloziyên li navçeyê hene, ne şerê Kurd û Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê divê em her hewildanê bikin, da ku nekevin nav vî şerî û gelê xwe ji metirsiyan biparêzin."
Ev bangewaziya Mihemedê Hacî Mehmûd di demekê de tê ku şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê bandoreke rasterast li ser asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.