Mezlûm Ebdî: Em bizavê dikin bi diyalogê aştiyê li Sûriyeyê berqerar bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Cejna Newrozê li gelên deverê pîroz kir û tekez li ser bizavên dîplomatîk û leşkerî ji bo parastina destkeftiyan û bidestxistina çareseriyeke tevgir li Sûriyeyê kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di cejna Newrozê de gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişand ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya deverê.
Mezlûm Ebdî behsa girîngiya dîrokî ya vê bîranînê kir û got: Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn û Asyayê destpêka saleke nû ye, lê ji bo gelê Kurd manayeke kûrtir heye; Ew berxwedan, hebûn û şkandina zilmê ye.
Navbirî herwesa bal kişand ser qebxwaziyên niha û ragihand: Newroza îsal xwedî manayeke taybetî ye ji ber ku em di qonaxeke dijwar û rewşeke şer de ne. Hejmareke mezin ji hevalên me di destê dijmin de ye û şehîdên me hene. Me bizavên xwe ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, xasma jî azadkrina êxisîrên me da ku bi serbestî vegerin nav malbatên xwe, zêde kirine.
Fermandarê Giştî yê HSDê wekî destkeftiyeke siyasî ya girîng got ku, îsal ji bo cara yekê di dîroka Sûriyeyê de Cejna Newrozê bi rengekî fermî wekî cejneke neteweyî hatiye nasandin, ku ev yek jî wekî xaleke erênî di qonaxa siyasî ya welat de tê hesibandin.
Mezlûm Ebdî di pareke din a gotara xwe de behsa paşeroja Sûriyeyê kir û got: Em niha di qonaxa avakirin û yekkirina bizavan de ne, em bizavê dikin ku bi rêya diyalogê û xebata berdewam aştî û aramiyê li Sûriyeyê berqerar bikin, da ku gelê me bikare paşeroja xwe bi azadî ava bike.
Navbirî spasiya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî kir, di nav de Amerîka, Fransa, Brîtanya û hemî welatên din ên ku di şerê li dijî teror û DAIŞê de alîkarî kiriye û hîn jî bi wan re berdewam in da ku tenahiya deverê biparêzin.