Mezintirîn karnavala Newrozê li bajarê Bonê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku mezintirîn karnaval û ahenga Newrozê li bajarê Bonê yê welatê Almanyayê bê lidarxistin û tê çaverêkirin ku bi dehan hezar Kurd ji hemî welatên Ewropayê tevlî wê bibin.
Li gorî amadekariyan, pêşbînî tê kirin ku ev aheng bibe bûyereke dîrokî û mezintirîn kombûna Newroza îsal li derveyî welat.
Bi dehan hezar kes ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ji Almanyayê û welatên din ên Ewropayê dê ber bi bajarê Bonê ve biçin da ku tevlî wê ahenga neteweyî bibin.
Yek ji bendên herî berçav û balkêş ên vê karnavalê dê nîşandana alayeke mezin a Kurdistanê be, ku dirêjahiya wî 100 metre ye. Ev ala ji hêla jineke Kurd ve û bi taybetî ji bo vê karnavalê hatiye çêkirin.
Ji bo germkirina ahengê û pêşkêşkirina stiran û berhemên neteweyî, hin ji hunermendên herî navdar ên Kurd dê tevlî wê bibin, wekî Şivan Perwer, Hozan Dîno, Eyûb Elî, Nazdar, Hesen Şerîf û gelekên din.