Berdereş.. Bûkek û du kesên din di rûbarê Xazirî de xeniqîn

Termên qurbaniyan / Wêne: Birêvebiriya Berevaniya Şaristanî ya Akrê
Termên qurbaniyan / Wêne: Birêvebiriya Berevaniya Şaristanî ya Akrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Berevaniya Şaristanî ya Akrê di daxuyaniyekê de belav kir ku, sibeha îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) bûyereke trafîkê li ser rêya di navbera Qaymawe û Mendanê de li sînorê qezaya Berdereşê çê bû û timbêla malbatekê wergeriya nav rûbarê Xazirî.

Birêvebiriya Berevaniya Şaristanî ya Akrê eşkere jî kir ku, tîmên pişka Berdereşê bi serperiştiya birêvebirê wê pişkê tavilê gihîştin cihê wê bûyerê.

Birêvebiriya navbirî ron jî kir ku, heft kes di wê timbêlê de bûn û jiyên wan di navbera 17 heta 40 saliyê de bûn, di encamê de çar kes birîndar bûn ku mêrek û sê jin bûn, herwesa sê jinên din jî mirin.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, yek ji wan jinên ku miriye bûk bû, ji ahenga veguhestinê vedigeriyan malê û li ser rêyê tûşî wê bûyerê bûn. Herwesa hemî qurbanî Ereb in û xwecihên gundekî qezaya Şêxanê ne.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Berevaniya Şaristanî ya Akrê, qurbanî ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Berdereşê hatine veguhestin.