Hakan Fidan cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fidan
Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) peyameke pîrozkirina Cejna Newrozê ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ve gihîşt Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, Hakan Fidan di wê peyamê de pîrozbahiyên herî germ pêşkêş kirine û Newroz wekî sembola xêr û hêviyan û elementeke sereke ya çandî ya hevpar li deverê wesf kiriye. Herwesa hêvî jî kiriye ku, Newroz bibe sedema xurtkirina dostînî û yekîtiyê û parastina nirxên hevpar.

Li gorî wê daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di pareke din a peyama xwe de behsa rewşa niha ya deverê kiriye ku rûbirûyî zêdebûna qebxwaziyan bûye, û hêvî kiriye ku ev cejn aştî û aramiyê ji bo tevaya mirovahiyê bi xwe re bîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa gotiye ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê silavên xwe yên dilsozane pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê kirine û ji wan re saleke tijî aştî û serfirazî xwestiye.