Serokwezîr û Nûnerê Amerîkayê li NY rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî Michael Waltz di peywendiyeke telefonî de, rewşa aborî û destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê nirxandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Masrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî (NY) Michael Waltz de di peywendiyeke telefonî de, guherîn û geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê bi giştî gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, her du aliyan behsa bandorên krîza aborî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine. Di vê çarçoveyê de, giringiya rêdana hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi riya boriya ber bi Tirkiyeyê ve hat gotûbêjkirin. Ev pêngav wekî rêyeke sereke ji bo kêmkirina barê darayî û başkirina rewşa aborî hat dîtin.

Herwiha di beşeke din a peywendiyê de, Serokwezîr Barzanî û Michael Waltz tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên di navbera Amerîkayê û Herêma Kurdistanê de kirin.