IEA: Ji ber aloziyên Rojhilata Navîn aboriya cîhanê di metirsiyê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA) Fatih Birol hişyarî da ku ji ber qeyranên li Rojhilata Navîn, aboriya cîhanê rûbirûyê metirsiyeke mezin bûye û daxwaz kir ku Tengava Hurmizê ji bo bazirganiyê were vekirin.
Fatih Birol di civîneke çapemeniyê de li Awistralyayê bal kişand ser bandora şerê li navçeyê û diyar kir, rewşa niha ji qeyranên enerjiyê yên berê cudatir û girantir e. Birol got: "Di qeyranên salên 1970î de, cîhanê rojane nêzîkî 10 mîlyon bermîl petrol winda kir, lê niha rewş guheriye; heta niha herî kêm 40 navendên girîng ên enerjiyê li Rojhilata Navîn zirarên giran dîtine."
Rêveberê IEA’yê tekez kir, kilîta çareseriyê û misogerkirina aramiya bazarê, vekirina Tengava Hurmizê ye. Birol hişyarî da ku kêmbûna sotemeniyê li parzemîna Asyayê her ku diçe kûrtir dibe û ev yek gefeke rasterast li ser dabînkirina vejenê ya cîhanî çêdike.
Fatih Birol amaje bi hewildanên hikûmeta Awistralyayê kir ku dixwaze asta kogehkirina sotemeniyê zêde bike. Derbarê nirxê petrolê û yedekên stratejîk de jî Birol got: "Herçend nirxê niha yê petrolê hîn negihîştiye astekê ku em yedekên stratejîk ên cîhanî bikar bînin, lê ajansa me ligel welatan di şêwirê de ye. Heke pêdivî hebe, ji bo parastina hevsengiya bazarê em ê serî li wan yedekan bidin."
Ev hişyariyên IEA’yê di demekê de tên, Tengava Hurmizê ku wekî şahdemara veguhestina petrol û gaza cîhanê tê naskirin, di nav aloziyeke dijwar de ye. Ev rewşa nearam piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de di 28ê Sibata 2026an de ketiye qonaxeke nû û bandoreke rasterast li ser bazarên enerjiyê li seranserî cîhanê kiriye.