Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan: Herêma Kurdistanê her tim faktora aştiyê bûye

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan êrîşa serê sibeha îro ya li ser hêzên Pêşmergeyan şermezar dike û daxwaz dike ku, civaka navneteweyî û hikûmeta federal a Iraqê bizavê bikin ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji xeteriyên wî şerî bê dûrxistin.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) ragihand: Em wê êrîşê bi tundî şermezar dikin û wekî binpêkirineke eşkere ya serweriya ax û sînoran dibînin, ku ev jî bi tevahî berevajî bingehên navneteweyî û mafê cîrantiyê ye.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê ji destpêka van şer û aloziyan ve peyameke zelal hebûye, her tim faktoreke aramiyê bûye û nebûye parek ji wî şerî û berdewam daxwaza aştî û diyalogê kiriye.

Desteya navbirî herwesa got: Mixabin, Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan bê tu hincetekê berdewam tên armanckirin û gelek caran jî xelkê sivîl dibin qurbaniyên van êrîşan.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan daxwaz ji civaka navneteweyî û hikûmeta federal a Iraqê jî kir ku, bizavê bikin ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji xeteriyên vî şerî bên dûrxistin, herwesa divê erkê parastina axê û xelkê Herêma Kurdistanê jî werbigirin û nehêlin ku axa Herêma Kurdistanê bibe meydana çareserkirina hevrikiyên welatên şerker.

Wê desteyê herwesa daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê jî kir ku, zêdetir sînorê Herêma Kurdistanê binpê neke, rêzê li mafê cîrantiyê bigire û nebe sedema tirs û gefan ji bo xelk û axa Herêma Kurdistanê.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha îro (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.