Trump: Îran razî bûye ti carî nebe xwedî çekên atomî berde
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew ligel "kesên guncaw" li Îranê di nav danûstandinan de ne û Tehranê qebûl kiriye ku dest ji bernameya pêşxistina çekên atomî berde.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê peywendiyên ligel Îranê de agahiyên nû parve kirin.
Trump diyar kir, Washington ligel hinek aliyên li hundirê Îranê di nav gotûbêjan de ye û got: "Em ligel kesên guncaw diaxivin û ew ji bo îmzekirina peymanekê pir dilxwaz in." Lê belê, Trump navê wan kesên ku danûstandin ligel wan tê kirin, aşkere nekir.
Trump aşkere kir ku tîma wî ya ji bo birêvebirina vê dosyayê ji van navên payebilind pêk tê:
- JD Vance (Cîgirê Serokê Amerîkayê)
- Marco Rubio (Wezîrê Derva yê Amerîkayê)
- Steven Witkoff (Nûnerê Taybet ê bo Rojhilata Navîn)
- Jared Kushner (Nûnerê Taybet)
Serokê Amerîkayê amaje bi wê kir ku aliyê Îranî razî bûye ku "ti carî nebe xwedî çekên atomî". Tevî van peyamên erênî, Trump got jî: "Lê dîsa jî baweriya min bi ti kesî li Îranê nayê."
Ev daxuyaniya Trump di demekê de tê ku aloziyên serbazî di navbera her du welatan de hîn berdewam in, lê ev peyam nîşan didin ku li pişt perdeyê derî ji bo dîplomasiyê hatiye vekirin.