Malbatên Êzidî ji bo morkirina zarokên xwe berê xwe didin Lalişa Nûranî
Navenda Nûçeyan (K24) – Malbatên Êzidî ji herêmên cuda yên Kurdistanê û cîhanê, ji bo pêkanîna rêûresma pîroz a "morkirinê", berê xwe didin Perestgeha Lalişê. Ev rêûresm di baweriya Êzidiyan de wekî pêngaveke sereke ya naskirina nasnameya olî tê dîtin.
Lalişa Nûranî her roj mêvandariya malbatên Êzidî dike ku zarokên xwe yên nûbûyî yan jî yên ku temenê wan gihîştiye salekê, tînin daku bi ava pîroz werin "morkirin". Di vê çarçoveyê de, malbateke ji gundê Hetarê zarokê xwe yê bi navê Emîn, ku temenê wî yek sal e, birin Lalişê daku vî erkê dînî bi cih bînin.
Morkirin, di dînê Êzidatiyê de rêûresmeke pîroz e ku pê re zarok bi ava "Kaniya Spî" têne morkirin. Ev av di nava Êzidiyan de pîroz e û tê bawer kirin ku zarokan ji nexweşî û nebaşiyan diparêze. Piştî ku zarok bi duayan tê morkirin, ew roj ji bo malbatê dibe rojeke taybet û pîroz.
Dayika Emîn, kêfxweşiya xwe ji bo morkirina kurê xwe anî ziman û got: "Em îro ji gund hatin û em gelek kêfxweş in ku me kurê xwe li Lalişa Nûranî mor kir. Ev ji bo me û malbata me rojeke pir pîroz e."
Micêwirê Lalişê Serdar Pîr Derwêş jî bal kişand ser giringiya vê rêûresmê û diyar kir: "Morkirin tiştekî pîroz e. Gava Xwedê zarokekî dide malbateke Êzidî, divê ew zarok were Lalişê û were morkirin. Em bi duayên xwe daxwaz dikin ku kurê me bi serkeftî û temendrêj be."
Di baweriya Êzidiyan de morkirin, yek ji ferzên heqîqet, terîqat û îbadetê ye. Ev rêûresm tenê li Perestgeha Lalişê û li ber destê kesên olî (wekî kabanî an pîran) tê kirin. Malbatên Êzidî li kîjan derê cîhanê bin, gava zarokên wan çêdibin, daxwaz dikin ku di demeke guncaw de berê xwe bidin Lalişê, daku vî erkê pîroz bi cih bînin.
Piştî morkirinê, malbat li hewşa perestgehê bi kincên xwe yên kurdewarî û bi dilan û şahiyê vê rojê pîroz dikin.