Mîrê Êzidiyan: Êrîşa li ser Herêma Kurdistanê êrîşa li ser hemî pêkhateyan e
Navenda Nûçeyan (K24) - Mîrê Êzidiyan êrîşa li ser bajarê Hewlêrê û armanckirina hêzên Pêşmergeyan bi tundî şermezar kirin, ji malbatên Pêşmergeyên şehîdbûyî re sersaxî û ji birîndaran re jî çarebûneke bilez xwest.
Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) sersaxî ji malbatên wan Pêşmergeyên qehreman re xwest ên ku şehîd bûne û hevxemiya xwe jê re diyar kir, û ji birîndaran re jî çarebûneke bilez xwest.
Mîrê Êzidiyan got, "Kurdistan mîna tabloyeke xweşik û mozaîkeke rengîn bûye ku hemî pêkhateyan dihewîne, ji ber vê yekê her êrîşeke li ser vê herêmê bê kirin bi manaya armanckirina hemî pêkhate û texên gelê Kurdistanê tê."
Mîr Hazim Tehsîn Beg herwesa hêvî jî kir ku, şer bê bidawîanîn, rijandina xwîna Pêşmerge û sivîlan bê rawestandin û êdî zirar negihîje mal û milkên giştî û taybetî.
Navbirî li dawiyê jî tekez kir, "Zimanê tundûtûjiyê tenê wêrankirin û kavilkirinê ji bo mirovahî û welat li pey xwe tîne, lê zimanê aştiyê ye ku hêvî, ewlehî û aramiyê peyda dike."
Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.