BNDP: Em êrîşa Îranê ya li ser Pêşmergeyan şermezar dikin

Partiya Bêt Nehêrê ya Demokrat (BNDP)
Partiya Bêt Nehêrê ya Demokrat (BNDP)

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Bêt Nehêrê ya Demokrat (BNDP) di daxuyaniyekê de êrîşa Komara Îslamî ya Îranê ya li ser bingehên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Partiya Bêt Nehêrê ya Demokrat (BNDP) îro (Çarşem, 25ê Adara 2026ê) di beyannameyekê de êrîşa li ser hêzên Pêşmergeyan û axa Herêma Kurdistanê şermezar kir. Herwesa got ku, di wê êrîşê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê bi tu rengan parek ji van pevçûnan nebû.

BNDPê herwesa ragihand, "Armanckirina hêzên Pêşmergeyan wekî parek ji dezgeha leşkerî ya Iraqê binpêkirineke eşkere ya serweriya Iraqê û ewlehiya neteweyî ye." Herwesa bang li hikûmeta Iraqê jî kir ku, rêyê nede ku welat ji bo nav wî şerî bê kişandin, ê ku ev zêdetir ji sê heftiyan e berdewam e.

BNDPê daxwaz jî kir ku, desthilata biryardanê li ser pirsa şer û aştiyê tenê di destê dewletê de be û ji bo rawestandina tavilê ya şer û vegerandina aramiyê ji bo Iraq û deverê daxwaz ji civaka navneteweyî bê kirin.

Wê partiyê hemî êrîş û destdirêjiyên li ser dezgehên xizmetê, jêrxaneya aborî, nûnerên dîplomatîk, balafirxane û cihên giştî yên Herêma Kurdistan û Iraqê jî, ku dibin sedema têkdana tenahiya welat, şermezar kirin.

Partiya Bêt Nehêrê ya Demokrat (BNDP) di dawiya beyannameya xwe de daxwaza lêborîn û dilovaniyê ji bo şehîdan û çarebûneke bilez ji bo birîndaran jî xwest.

Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.