Senatorê Amerîkî: Kurd dost û hevparên me ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorê Amerîkî Kevin Cramer ragihand, Kurd dost û hevalbendên stratejîk ên Amerîkayê ne û destnîşan kir ku divê siyasetên Washingtonê li gorî vê rastiyê bên meşandin.
Senatorê Komarparêz ê eyaleta North Dakota, Kevin Cramer di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê diyar kir, Kurd di asta herî bilind de cihê baweriya wan in û got: "Kurd dost û hevalbendên me ne; ew di rêza herî pêş a hevkarên me yên herî pêbawer ên navçeyê de ne."
Cramer ku wek yek ji piştgirên sereke yên mafên Kurdan li Rojhilata Navîn tê naskirin, bal kişand ser pêdiviya xurtkirina peywendiyan û got: "Pêwîst e siyaset û piştgiriyên me rengvedana vê rastiyê bin."
Senatorê Amerîkî di salên borî de jî gelek caran bang li rêveberiya Washingtonê kiriye ku alîkariyên leşkerî û aborî yên bo Herêma Kurdistanê zêde bike. Armanca van bangan parastina aramiya navçeyê û rûbirûbûna gefên ewlehiyê ye. Li aliyê din, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her tim tekez dike ku mayîna hêzên Amerîkayê li herêmê, garantiyek e bo aramî û aştiyê.
Peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de xwedî dîrokeke dûr û dirêj in. Bi taybetî piştî hilweşandina rejîma Beisê li Iraqê di sala 2003an de, Washingtonê wek hevparê stratejîk serederî bi Hewlêrê re kiriye.
Di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge roleke sereke û qehremanane lîstin. Di wê pêvajoyê de Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriyeke mezin a leşkerî û locîstîk dan Hêzên Pêşmerge ku encamê de rêxistina DAIŞê hat têkbirin.