Xwendina Bilind: Dema vegera xwendekaran bo zanîngehên Îranê heta 15ê Nîsanê hat paşxistin

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, dema mayîna xwendekarên Herêma Kurdistanê yên ku li zanîngehên Îranê dixwînin hatiye dirêjkirin.

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (În, 27ê Adara 2026ê) ragihand, “Ji ber berdewamiya şer û nebûna tenahiyê li deverê û ji bo parastina canê wan xwendekarên Herêma Kurdistanê yên ku li zanîngehên Komara Îslamî ya Îranê dixwînin, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qadir biryar da ku mayîna xwendekaran li Herêma Kurdistanê ji 28ê Adarê heta 15ê Nîsana 2026ê bê dirêjkirin.

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî herwesa got, “Piştî vê dîrokê, wezaret dê careke din rewşê binirxîne û dê biryar û rênimayên guncayî belav bike.” Tekez jî kir ku, ew dem dê wekî dema mayînê ji wan re bê hesibandin û paştir wan arêşeya wekhevkirina bawernameyan nabe.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.