Iraqçî: Zêdetirî hezar mamosta û xwendekaran di êrîşên Ameîka û Îsraîlê de hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê got ku, Amerîka û Îsraîl bê dilovanî êrîşî dibistanan, jêrxaneya avê, jêrxaneya enerjiyê û parzinîngehan dikin û tawanên li dijî mirovahiyê dikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (În, 27ê Adara 2026ê) bi rêya vîdyoyê tevlî civîna Encpûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî bû û ragihand, “Di êrîşên Amerîkayê de, zêdetir ji hezar mamosta û xwendekaran hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûye.”
Iraqçî eşkere jî kir ku, Amerîka û Îsraîl bê dilovanî êrîşî dibistanan, jêrxaneya avê, jêrxaneya enerjiyê û parzinîngehan dikin û tawanên li dijî mirovahiyê dikin. Ew şerxwaziya ew li beranberî Îranê dikin ji ber bêdengiya civaka navneteweyî ye û bêdengiya civaka navneteweyî jî dibe sedema zêdetir nemana tenahiyê û nirxên Neteweyên Yekgirtî dixin xeterê.
Navbirî herwesa got, “Divê tawanbar ji ber tawanên xwe bên şermezarkirin. Îran gelekî aştîxwaz e û daxwaza şer nekiriye. Berevaniya Îranê dê heya ku pêdivî be berdewam be.”
Wezîrê Derve yê Îranê eşkere jî kir, "Îsraîl û Amerîkayê dibistana Şecre Teybiyanê li bajarê Mînabê kir armanc û 170 zarok kuştin. Ew êrîş bi xeletî ve nehatiye kirin û qezayek jî nebû, belkî Amerîka dixwaze bi rêya daxuyaniyên dijhev xwe ji berpirsiyariyê vedize."
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.