Tuncer Bakirhan: Ji bo Abdullah Ocalan li Îmraliyê avahiyeke nû hat çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, li girava Îmraliyê avahiyeke nû ji bo Abdullah Ocalan hatiye çêkirin û diyar kir, di paşerojeke nêz de dê pêşketinên nû rû bidin.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan nûçeyên derbarê çêkirina avahiyeke nû li girava Îmraliyê de piştrast kirin. Bakirhan diyar kir, li şûna wê girtîgeha ku niha Abdullah Ocalan lê tê girtin, avahiyeke nû hatiye avakirin û dibe ku Rêberê PKK’ê derbasî wê derê bibe.

Bakirhan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şêwazê avahiyê û got: "Tiştê ku hatiye avakirin mîna xanî yan avahiyeke taybet e, lê heta niha navekî fermî lê nehatiye kirin." Hevserokê DEM Partiyê herwiha tekez kir ku divê êdî li şûna "Girtîgeha Îmraliyê" navekî cuda ji bo wî cihî were bikaranîn. Herwiha destnîşan kir jî, di demeke nêz de dê hin pêşketinên nû li ser vê mijarê pêk werin.

Daxuyaniya Tuncer Bakirhan piştî wê yekê hat ku di medyaya Tirkiyeyê de hin nûçe derbarê avakirina xaniyekî taybet li Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan hatibûn belavkirin. 

Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve li girava Îmraliyê girtî ye û di demên dawî de nîqaşên li ser azadkirin yan jî baştirkirina mercên girtina wî di qada siyasî ya Tirkiyeyê de germ bûbûn.