Serok Barzanî: Divê çareseriyekçareseriyeke cidî û biryardar jiyekalîker bo êrîşên bi vî rengî were dîtin

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî peyamek pêşkêşî rayedarên Iraqê û civaka navneteweyî kir û tê de êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê wekî şerfirotineke eşkere û zilmeke mezin binav kir. Serok Barzanî ji bo cara yekê eşkere kir ku, Baregeha Barzanî tenê di dema vî şerî de pênc caran hatiye armanckirin. Tekez jî kir ku, pirsgirêk êdî bi şermezarkirin û komîteyên lêkolînan çareser nabin û divê Bexdayê helwesteke yekalîker hebe.

Serok Barzanî îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) li ser êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Herêma Kurdistanê tu demekê nebûye parek ji wan pirsgirêk, alozî û şerên ku li deverê hene, lê mixabin hin kes hene bêyî ku tub kesek wan rawestîne, balda wan a sereke ew e ku çawa û bi çi awayî dijîtiya Herêma Kurdistanê bikin û her tim bi neheqî êrîşî Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan dikin û li ser jiyan û tenahiya gelê Kurdistanê dibin gef.”

Serok Barzanî eşkere jî kir ku ji destpêka vî şerî ve pênc caran êrîşî Baregeha Barzanî hatiye kirin û got, “Bi dirêjahiya salên borî, wan bi dehan caran bi dron û mûşekan êrîşî Herêma Kurdistanê û bingehên Pêşmergeyan kiriye û xelkê bêguneh şehîd û birîndar kiriye. Ji destpêka vî şerî ve jî, wan zêdetir ji 450 bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê û bingehên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Her di wê demê de, wan pênc caran êrîşî baregeha me kiriye, lê me deng nekir da ku di nav cemawer de nîgeranî û hêrsbûn çê nebe. Wan duhî jî bi dronan êrîşî mala Serokê Herêma Kurdistanê li Dihokê kiriye. Mijar mal an bingehên kesan nîne, hemî cihên Kurdistanê û hemî malên Kurdistanê li cem me bihayê xwe heye.”

Di peyama Serok Barzanî de herwesa hatiye gotin, “Êrîşên bi vî rengî şerfirotineke eşkere, zilmeke mezin, zêdegavî û neheqiyeke mezin li dijî Herêma Kurdistanê ne û divê çareseriyeke cidî û yekalîker jê re bê danan. Bi rastî, ev bi şermezarkirin, telefon, birûske û komîteyan çareser nabin. Divê rayedarên Iraqê xwe yekalî bikin; an rabigihînin ku ew nikarin van komên neqanûnî rawestînin an jî divê bi rengekî cidî bên ser xetê û dewletê biparêzin û rêkarên cidî bi cih bînin da ku êdî rê neyê dan ku êrîşên nerewa li ser Herêma Kurdistanê bên kirin.

Serok Barzanî tekez jî kir kiriye ku, gelê Kurdistanê bi îradeyeke polayî berevaniyê ji peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa dike û tu gef, êrîş û dijminan nekariye û dê nekare vê îradeyê bişkîne.