Li Kerkûkê çend mûşek û platformên mûşekan hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke mûşek û platformên mûşekan li taxeke bajarê Kerkûkê hat desteserkirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran got ku, polîsên qezaya Pirdê û hewalgiriya artêşa Iraqê îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) li taxa 1ê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê hejmareke mûşek û platformên mûşekan desteser kirin.
Li gorî zanyarên peyamnêrê me, ew mûşekên ku hatine desteserkirin ji bo avêtin û armanckirina hin cihan hatibûn amadekirin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha li roja Sêşemê, 24ê Adara 2026ê, di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Mala Serokê Herêma Kurdistanê û çend cihên din ên nav bajarê Dihokê duhî (28ê Adara 2026ê) rastî êrîşeke bi dronan hatin. Gelek aliyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê, deverê û cîhanê helwesta xwe li ser wan êrîşan eşkere kir û bi tundî şermezar kirin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bi rêya teleofnê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî, ew êrîş şermezar kirin û biryar da ku tîmeke hevpar a ewlehî û teknîkî ji bo lêkolînên li ser wê bûyerê û destnîşankirina tawanbaran bê çêkirin.