Parlamenterê DEM Partiyê: Derengketina di pêvajoyê de dê zerereke mezin bigihîne aştiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Pêvajoya Çareseriya Pirsa kurd a li Tirkiyeyê dimeşe de, ji ber ku hîn jî gavên yasayî nehatine avêtin, siyasetmedarên Dem Partiyê nîgeran in û dibêjin, duh ji ber Rojava pêvajo hat rawestandin, îro jî ji ber Rojhilat pêvajo tê rawestandin ku ev yek pirsa kurd kûrtir dike. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî dibêjin divê êdî dewlet ne bi çavê ewlekariyê li pirsa kurd binihêre, divê bi awayeke realist li pirsê binihêre, da ku ji vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ber bi agirekî mezin ve diçe de Tirkiye bikaribe xwe ji vî agirî rizgar bike.

Dem Partiyê bal kêşandibu ku guherînên yasayî yên pêvajoyê dê piştî meha Remezanê dest pê bikin û di pîrozbahiyên Newrozê de jî, siyasetmedarên Dem Partiyê bang kirin ku divê êdî bo pêşxistina pêvajoyê gavên yasayî werin avêtin. Lê hîn jî gavên yasayî nehatine avêtin û derbarê vê rewşê de jî parlementerên Dem Partiyê dibêjin ku ev derengketin bi taybetî di bin bandora alozîyên herêmê de, dê zerereke mezin bide pêvajoya aştiyê û dibe ku nav civakê de wisa bê famkirin nayê xwestin ku pirsa kurd were çareserkirin.

Parlementerê Dem Partiyê yê Wanê, Sînan Çîftyurek ji Kurdistan24ê re got: “Armanca pêvajoyê ne çareseriya pirsa kurd e, armanc bihêzkirina ewlekariya Tirkiyeyê ye, dema rojava de beha statuya kurdan hat rojevê li Tirkiyê pêvajo rawestiya niha jî behsa rojhilat hat rojevê pêvajo rawestiya.”

Di raporta Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê de, behsa xurtkirina demokrasiyê, yasaya vegera endamên PKKê û berfirehkirina maf û azadiyan hatibû kirin, lê siyasetmedar balê dikêşin ku di van mijaran de hîn jî tenê gotin û daxuyanî hene lê tevger tune ye.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Saadetê Abdurahman Ergîn dibêje: “Parlementoyê guhdarî hemû aliyan kir, parlemento pirsa kurd baş dinase, dizane kîjan gav pêwîst in, niha dema avêtina gavên şênber e , eger gav nayên avêtin tê wê wateyê ku pêvajo bo berjewendiyên hilbijartinê tê bikaranîn.”

Siyasetmedar balê dikêşin ku beriya agirê şerê Rojhilata Navîn bigihîje Tirkiye, divê demildest gavên xurt ên yasayî werin avêtin da ku zirara şerê Rojhilata Navîn negihije pêvajoya çareseriyê.